Anasayfa Arama sonuçları
Sonucu Daralt
Sadece stokta olanlar : 
Toplam 9 kayıt bulunmuştur Gösterilen 1-20 / Aktif Sayfa : 1
Di dinyayê de hertişt gora şrûten dorberê xwe pêk tê. Merivên rêber, serok û senatkarên mezin jî gora hewceyên zeman û mekan derdikevin, dighên. Miletê me şairek mîna Cegerxwîn derxist, ji ber ku Kurdistan hewcedarî wî bû. Ew nêzîkî du sed sal in ku Kurdistan dikele, bo azadî ceng û şer dike û tê pelixandin. Gelê me hewcedarî dengekî bilind bû; Cegerxwîn bû ew deng; wî di şiêrên xwe da gilî û gazinên, hêvî û daxwazên gelê me anî ser zmên û bilind kir. Bona vê yekê, gelê me jî ji wî ra xwedî derket, dengê wî
Tükendi
"Şi'ra kurmanciya bakur ku bi şi'ra Cizîrî li asoyê edebiyata me geş bûbû, bi şi'ra Xanî kete xizmeta îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebûneke xurt nîşan neda, di nav mirin û jiyanê de ma. Cegerxwîn bi giyaneke nû jiyanê dayê, şi'rê ji dîwan î dîwanxana derxist, bire meydan û kolanan. "Cegerxwîn rûpela dîdaktîzmê li şi'ra kurmancî zêde kir. Dîdaktîzma Cegerxwîn di hindava guhartina rewşa siyasî û komelayetî de ye: Hişyarkir e, ronîkir e, têkoşer e. Heta şoreşa Kurdistanê serkeve wê şi'ra Cegerxwîn ji aktuel
Tükendi
Têma welêt, tema kurd û Kurdistanê, têma şorişê û serxwebûna gelê me, pirsa xwendinê û peşketinê, neyariya û bebextiya dijminê gel, pirsa dostiya û biratiya hemû gelê cînar û têma înternasîonalîzmê Cegerxwîn her dem dike binyata helbestêd xwe. Ev e mezinaya Cegerxwîn û bîr û baweriya wî. Xên ji helbestên watanperwariyê û şorişgiriyê, Cegerxwîn şayîrekî lîrîk e, şayîrê hub û hezkirinê ye. Ew nemir e bona gelê xwe û ez bawer im, wekî wê ew roj bê, çaxê ko helbestê Cegerxwînê delal nek tenê kurdê aza wê bixun
Tükendi
...Cegerxwîn derdê milletê xwe baş nasiye. Bela milletê kurd di mîr û paşan, beg û axan, şêx û melan de dibîne. Bêşik Seyda di vê ramana xwe de ne şaş e. (...) Bê dilovanî kêm û kasiyên wan dibêje û millet serwextî fend û xap, bêbextî û dilreşiyên wan dike. Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de jî rast û durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat û welatiyên xwe de sînga xwe ji zîvarî û belengaziyê re vekiriye. Bi çav min ev yeka han koça fedakarî ya dawiyê ye. Ev dîwan li ser armanceke xuya hatiye nivîsîn
Tükendi
"Cegerxwîn wextê ko dev ji melatiya gundan berda bergehê xwe jî guhart. Cib û şaş avêtin, riha xwe a dirêj û çar kenar ediland û dawiyê kete qelefata xortên vî zemanî, her wekî suretê wî şanî dide. "Wextê Cegerxwîn ev inqilabên ha çêdikirin, di nav miletê wî de jî bi destên çend bijartan inqilabine mezin çêdibûn. "Seyda jî şûrê xwe ji kalên kişandi bû, bera pûl û latên îtiqadên batil û xurafeyan dida, şerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ku dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ko Seydayê Xanî be
Tükendi
"Nave Cegerxwin, nave hoste xebera, xudane lewze şirin, li her çar terefe Kurdistane, ji rohilate girti hetani roavae, ji şimale hetani cenübe nava xwendevane kurda da xweş eyan e. Şiered wi bune stran ü nava cimete digerin. Xort ü qize kurda ye nü bişkivi nivisare şayir bi devki hin dikin, bir ü baweriya xwe, miletperweriya xwe bi wan şiera tam dikin ü bi xweji dibin ceger bi xwin. Tune civinek yan ji evarek, li ku şiered hilbestvane kurda yi´nav ü deng neene xwendine. "Serpehatiya Cegerxwin, ew serpehati
Tükendi
´Eger ez ji layiq bim, eger ez ji heja bim di dile xort u keça da, jin ü mera da bimenim, ez tim jindar im, ez tim sax im. Ez bimrim ji ew hesti u goşt u çerm hemu herin, qimete wan tune ye, bira herin, le eze di dile millete xwe da bimenim.´ Cegerxwîn Gelê kurda hîç cara baweriya xwe yên bona rojên aza winda nekiriye. Û çawa ku pey zivistanê ra bihar tê û çawa helbestvanê mezin Cegerxwîn dibêje, pey şevê timê dibê ronahî, çiqasî jî şevereş be, dîsa sibe safî dibe, ûsa jî gelê kurda wê ji bindestiyê aza b
Tükendi
Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn, dewsa ku Mem û Zîn û Dîwana Cizerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de zman û rûhê cenabê Xanî û xurt û nezma dîwana Cizerî a ahengdar bibînin. Cegerxwîn pirsên biyanî jî pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimanekî sade û selîs nivisîne. Qîmeta şihrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanekî şêrîn û şebî tewşbûn û zerara wan nîşan kiriye. Ez ji şairê me î şebî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.
Tükendi
Sadece stokta olanlar : 
Toplam 9 kayıt bulunmuştur Gösterilen 1-20 / Aktif Sayfa : 1