Têma welêt, tema kurd û Kurdistanê, têma şorişê û serxwebûna gelê me, pirsa xwendinê û peşketinê, neyariya û bebextiya dijminê gel, pirsa dostiya û biratiya hemû gelê cînar û têma înternasîonalîzmê Cegerxwîn her dem dike binyata helbestêd xwe. Ev e mezinaya Cegerxwîn û bîr û baweriya wî.

Xên ji helbestên watanperwariyê û şorişgiriyê, Cegerxwîn şayîrekî lîrîk e, şayîrê hub û hezkirinê ye. Ew nemir e bona gelê xwe û ez bawer im, wekî wê ew roj bê, çaxê ko helbestê Cegerxwînê delal nek tenê kurdê aza wê bixunin, lê usa jî xwendevanê diniyalikê wê bi tercima zimanê xwe ezberê bêjin û pê kêfxweş bibin, çimkî biniyata helbestên Cegerxwîn ew delaliya emir e, delaliya jiyîna mirov e.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789758637584
Yayın Tarihi :2003-12-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Hevi
Baskı Sayısı :2.Baskı
Sayfa Sayısı :224
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :195 X 130
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Cegerxwîn
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler