...Cegerxwîn derdê milletê xwe baş nasiye. Bela milletê kurd di mîr û paşan, beg û axan, şêx û melan de dibîne. Bêşik Seyda di vê ramana xwe de ne şaş e. (...) Bê dilovanî kêm û kasiyên wan dibêje û millet serwextî fend û xap, bêbextî û dilreşiyên wan dike.

Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de jî rast û durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat û welatiyên xwe de sînga xwe ji zîvarî û belengaziyê re vekiriye. Bi çav min ev yeka han koça fedakarî ya dawiyê ye.

Ev dîwan li ser armanceke xuya hatiye nivîsîn û rû û rêça wî tê de xweş diyar in. (...) Heye ku ev dîwan di çapxaneyên Kurdistanê de bête çapkirin. Ma kî dizane ku pêşende di himbêza xwe ya nediyar de ji bo gelê kurd çi vedişêre.

Osman Sebrî

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789758637539
Yayın Tarihi :2003-12-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Sewra Azadi
Baskı Sayısı :2.Baskı
Sayfa Sayısı :232
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :195 X 130
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Cegerxwîn
Editör   : ;Abdullah Keskin
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler