Di dinyayê de hertişt gora şrûten dorberê xwe pêk tê. Merivên rêber, serok û senatkarên mezin jî gora hewceyên zeman û mekan derdikevin, dighên. Miletê me şairek mîna Cegerxwîn derxist, ji ber ku Kurdistan hewcedarî wî bû. Ew nêzîkî du sed sal in ku Kurdistan dikele, bo azadî ceng û şer dike û tê pelixandin. Gelê me hewcedarî dengekî bilind bû; Cegerxwîn bû ew deng; wî di şiêrên xwe da gilî û gazinên, hêvî û daxwazên gelê me anî ser zmên û bilind kir. Bona vê yekê, gelê me jî ji wî ra xwedî derket, dengê wî bû dengê gel...
‘Şiêrên Cegerxwîn, îro li çar alî Kurdistanê di bajar û gundan da, di kom û mezran da di dest miellîman û melan, di dest mezin û xort û zarokan da ne. Raman û daxwazên wî bi vî awayî rû û can digrin, xurt dibin û di riya azadiya gel da rolek mezin dilîzin.'
-Kemal Burkay-
Format | :Kitap |
Barkod | :9789758637553 |
Yayın Tarihi | :2020-08-21 |
Yayın Dili | :Kürtçe |
Orjinal Adı | :Ronak Cegerxw |
Baskı Sayısı | :6.Baskı |
Sayfa Sayısı | :207 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :Kitap Kağıdı |
Boyut | :130 X 195 |
Yazar | : | Cegerxwîn |
Editör | : | Abdullah Keskin |
Grafiker | : | Genco Demirer |