Anasayfa Arama sonuçları
Sonucu Daralt
Sadece stokta olanlar : 
Toplam 119 kayıt bulunmuştur Gösterilen 60-80 / Aktif Sayfa : 4
Sêva Bi Tîr çi qasî jî bi navî çîrokên gelêrî bi xwe ve girtibin jî, nivîskêr ev çîrokên navhatî bi şêweyê 'venivîsîn'ê, bi hêz û şiyana ku kelepora kurteçîroka nûjen dide nivîskêr, li ser asteke hêjayî gotinê, bêyî ku dest di mazmazka honaka wan a gelêrî wer de, bi Kurdiyeke yekgirtî, henûn û terr û teze, ji nû ve nivîsîne. Lewma jî, Sêva Bi Tîr ne ku êdî di destên xwendevanên xwe yên vê heyamê de dimîne wekî berhevokeke zargotinê, lê dibe tiştekî ji wê yekê û biwêdetir û nûjen, di nava qewareya deqên bi b
Tükendi
"-Morof, ez bi qurban, ew welate Urisan dur e? Li ku ye?" -Ji Morof- Li gel niviskare Hewarıye, Heciye Cindı; niviskare romanen bi nave Şivane Kurmanca, Hopo u Dimdim, Ereb Şemo; niviskare romana bi nave Kurden Rewi, Seide İbo; yek ji giringtırin endamen nivıskare nifşe qonaxa Sovyetiye, niviskare berhemen bi nave Xate Xanim, Gunde Merxasan u Şer Di Çiyayan De, Eliye Evdilrehman, bi novela xwe ya bi nave Morof ve, beşek ji serpehati u qewiminen li bakure welet en di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyane K
Tükendi
"Li esmane helbestvaniya Kurden Sovyeta bere, ji salen 50'yi yen sedsala 20'i u vır de çend sterken geş en ku weki sterka sere sibehe derketin u di nava wan de yeke heri geş, sterka Ferike Usiv bu." -Wezire Eşo- Li aliye rojavaye bi keys u kubra siye Li çilk u çavan bune ger u guheren çiye. Hem ba, hem bende razane kur kur, Le niza'm bi çi heyr u hesreta dur Ve şeva şerin bi heybet dizukin Yek seye şeveder, yek ji dile min.
Tükendi
Ez ü Jewel di şivereke re li dü hev, ji nava erd ten. Tev ku ez bi panzdeh gavan di peşiya wi de me ji, yeki ku ji embara pembü li me binihere dikare şewqeye zilük e periti ü qetiyayi ye Jewel bi seriyeki sax raseri ye min bibine. Şivere, ku bi şünpiyan hilüs büye ü bi tava Tirmehe weke kaxiken sorkiri hişk büye, di neqeba goren şin en pembüye li erde raxisti re weke xetikeke ave rast dikişe, ta ku bigihije embara pembü ya li navina erd, ku ji we dere ji bi çar kujen rast en nestür li dora embara pembü dif
Tükendi
Qolyeya Cécileê bi windabûna Cécileê re dest pê dike, ku rojekê Cécile ji nişkê ve Remezan diterikîne û tu dibêjî qey dibe birq û birûsk û roman bi vegera Remezan bo gundê xwe û çûyîna Cécileé bo xebatên zanistî yên li A.F.R.T.'yê ve, yên ku di nava têperbariya deqa romanê ya demî û cîgehî re, li qewareya puzzleekê diedilin, berê xwendevanê Kurd dide honaka zanistî, aksiyonê, evîneke bêmiraz, ji gundê Emrûd ê Qosera Mêrdînê heta Parîsê û Çola Nevadayê ya li Emerîkayê, bi destê xwendevanê xwe digire û digerî
Tükendi
Keleh, her yek jê li ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê Keleh, (??) Akîo, Lîmûzîn, "Ez Jîr Aslan", Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt, Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire. Kurteçîroka "nûjen", wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welat
Tükendi
Kefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Tolhildan (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire, ku beşek ji Tolhildanê ev e: "Min xwîna xwe kire çavên xwe û min nehişt. Wan çi qasî xwe avête min, çi qasî li ber min geriyan jî, tewş bû. Min got, na û na! De ka xwezî wê çaxê ev çavên min birijiyana, kor bibûma, ziman li min negeriya, ling li min bişikiyana, deng ji min bihata birrîn û min rê li ber wan negirta. Ez hem bûme bayîsê xwe û hem jî bûme bayîsê hemûyan. Ez bûm bela û bi canê tevan
Tükendi
Weku ji nava mija rohn de biaxive, "Ji te çûyîna min dê odeya kuna aramiyê bihêle ji te re," gotibû wî. Lê jinik şewla manolyayê ye, maye li berseriya nivînê ku nivistiye maye. Perde dikişine deryaya ku bi kulan dixulxule. "Wa ye wiha dişuxule siya deryagerê min, ê çavşîn, li qorziyên gewdeyê min ê şûm." Li hundirê koşka ku li banê wê dixwîne bûm.
Tükendi
Xerabo Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim.. Ligel ku cînavk jî hene Dişêm biêşim ku li şûna navan mexel nayên Kela sewtê bi te nakeve, Xerabo! Strana te daxwaza pireke hilweşandî ye Mayîna aviya kulîlkê bû, tu helikiyî pê re Tu yê mezin bibî bi siya xwe ya kitim re Hilî! dormo dormo û bi fermanî Ji ber berga temenê xwe Ba dê bihata hê Beriya ewrên avî Li pêşberî galegalên Li av û royê çûyî Dil Qabîlê dil e!
Tükendi
Pênc Kulîlkên Zivistanê, pirtûka kurteçîrokan a Mahir Bagokê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Deriyê Sibehê (Lîs, 2011), bi mijarên xwe yên li ser bûyer û qewamên li welatê me yên bîst û pênc salên dawî ve, yên ku rûxana takekesî û civakî dinimînin û bi zimanê xwe yê sade ve, yê ku berê xwendevanê xwe dide vegotineke tîr, çardeh kurteçîrokên bi navê Rojda û Dibistan, Danûk, Qeşafiroş, Lehengên Şoreşê, Pênc Kulîlkên Zivistanê, Sê Gulleyên Şevê, Termên Hevalên Min, Bayê Azadiyê, Mehîra Nîvco Mayî, Tirs,
Tükendi
Baran Dibarî barî barî Baraneke xweş barî Gul vebû bilbil kenî Agir gurr bû li banî Çavên har dikevin dar Derd û xem gêr dibin xwar Ji kûr dengek hate der Bi hewar û bi keder Baranê rakiribû lehî Dar bişkivîn bi şahî Nêrgizan kiribû kenî Xwezayê kesk li xwe danî Baranê wekî bêhna gulan Sermistî da niştinan Ji kûr dengek hate der Bi hewar û bi keder
Tükendi
Xweşiya zor tengav Li dan û standinan difûre U spîkevok mêvandarî Malan dibin Ji guliyên hezkirinê Pelên hişk diwerin Hiş di asoyên lef û dewran de birr bûye U deriyê guhan ji ser zîlana zanistiyê ketiye Werin li neçariyê bibin siwal Wê keserên kelecanî Werin bihîstin Windabûn Zindîgoran dikole Jixwehezkirin xapegêr bûye U bêhna jiyanê Di liva genî de diçike
Tükendi
Bâki Güner'in "Esmer Bir Kardan Adam" adlı şiir kitabı bir ilk kitap olmanın bütün özelliklerini üzerinde taşıyor. Bâki Güner, hayat ona dokundukça ellerine, kalbine bulaşan dertlerden yapıyor şiirini. "Biraz şairim / Biraz çocuk / Biraz şairim / Biraz âşık / Bülbülü utandırırım" diyen iddialı söylemlerle daha çok lirik benli şiirler yazan "dilbaz" bir şair. Tok ve yalın söyleyişle yazdığı şiirlerde köklerine gitmeyi deniyor. Harflere, şiire inancını, aşk ile açıklıyor ve insanın içine defnedilmiş bir defin
Tükendi
Kürt ulusal hareketinin önde gelen kültür ve aksiyon adamlarından biridir. Osman Sebri. Bu coğrafyada güç dengelerinin değiştiği bir dönemde yaşamış, rejimle işbirliği yaparak keyif sürmek yerine kişisel çıkarlarını bir yana bırakıp tarihin ve talihinin önüne çıkardığı ağır toplumsal sorumlulukları yerine getirmekten kaçınmamıştır. Bu sebeple defalarca tutuklanıp yargılanmış, idamdan dönmüş, hapsedilmiş, sürgüne gönderilerek susturulup sindirilmeye çalışılmıştır. Varlıklı bir feodal ailenin lideri olduğu h
Tükendi
"-Mala we ava be, çima hun Tırkan nas nakin? We Dewleta Rome li me kire Çiyaye Girıdaxe. Tu ye qey bibejı em Tırkan, qanuna wan nas nakin... Eger cimaat hineki denge xwe bilind dike u li miqabıli qanuna Rome derte, bi elbe re ew we qunana xwe diguheze, "rind li cimaete dinihere." Le wexta ku deva şure wi dibirre, cimaete mina gihe bi kelendiye diçine. De tişt nabe, wext e be, cimaet e ji bine we "genci"ya wan derkeve." -Ji Xate Xanime- Bi novela Xate Xanime ye Eliye Evdirehman re, ya ku ji nava qulçen tari
Tükendi
Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa derket! Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye. Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya
Tükendi
Pêşangeha Sûretan a Îrfan Amîda derket! Yekem romana helbestkar û wergêr Îrfan Amîda, Pêşangeha Sûretan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin Pêşangeha Sûretan bi sûretên ku di 'pêşangeh'ekê de xuya dikin bi pêş de tê. Nivîskar Amîda romana xwe li ser felsefeyekê ava kiriye, ku tê de jiyan ji sûretan pêk tê û carinan mirov bi tenê di sûretekî de dialiqe. Wekî Fatîma Xanimê ya ku bi tenê di sûretê Aramê winda bûyî de aliqiye. Ku mirov li jiyana xwe vedigere, bi tenê pêrgî sûretan tê. Ku mirov bi wan s
Tükendi
Dozdeh Çirka Sîdar Jîr derçû! Dozdeh Çirk, pirtûka duyemîn a kurteçîrokan (a pêşîn, Ariya Giyanên Stewr, Bajar, 2004) a çîroknûs û wergêr Sîdar Jîr, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Dozdeh Çirka Sîdar Jîr ji neh çîrokên ku em wekî "çem-çîrok" dizanin hatiye honandin. Nivîskar ji destpêka nivîsandina xwe heta niha - ku em di çîrokên wî de jî dibînin - her dem li deriyên ku berê Kurdiya reş bidin asoyên firehtir dide û ji bo vê yekê jî her dem di çîrokên xwe de di nava lêgerînê de ye. Sîdar Jîr
Tükendi
Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar
Tükendi
Mirina Bêsî ya Dilawer Zeraq derket! Romana Mirina Bêsî, pirtûka duyem a Sêyîneya Winda a çîroknûs û romannûs Dilawer Zeraq, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Nivîskar Zeraq, çawa ku di pirtûka yekem a sêyîneyê, Şevên Winda, Wêneyên Meçhûl (2005, Lîs) de, bala xwîneran biribû ser windayan, wê sercema bûyer û qewamên xedar ên ku birînên kûr di gewdeyê civakê de vekiribûn, bi romana xwe ya Mirina Bêsî ya ku dûmahîka wê heyama birîndar e, bi pergaleke bi rêk û pêk û bi danandina li ser zemînekî ge
Tükendi
Sadece stokta olanlar : 
Toplam 119 kayıt bulunmuştur Gösterilen 60-80 / Aktif Sayfa : 4