Qolyeya Cécileê bi windabûna Cécileê re dest pê dike, ku rojekê Cécile ji nişkê ve Remezan diterikîne û tu dibêjî qey dibe birq û birûsk û roman bi vegera Remezan bo gundê xwe û çûyîna Cécileé bo xebatên zanistî yên li A.F.R.T.'yê ve, yên ku di nava têperbariya deqa romanê ya demî û cîgehî re, li qewareya puzzleekê diedilin, berê xwendevanê Kurd dide honaka zanistî, aksiyonê, evîneke bêmiraz, ji gundê Emrûd ê Qosera Mêrdînê heta Parîsê û Çola Nevadayê ya li Emerîkayê, bi destê xwendevanê xwe digire û digerîne.

Qolyeya Cécileê. Ji Mîran Janbarê romannûs, bi Kurdiyeke henûn, romaneke ku dê berê xwendevanê xwe bide asoyên afirîneriyê û dupat bike ku zimanê Kurdî êdî di hemû çeşnên wêjeyî de zimanekî têrtijî û çalak e.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786054497010
Yayın Tarihi :2012-01-01
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Qolyeya Cecilee
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :368
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :140 X 200
Basım Yeri :Diyarbakır
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mîran Janbar
İlgili Eserler