Romana Ferhad Pîrbal "Santiago de Compestela" bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê "Hotel Eurôpe" û kitêbeke çîrokan "Çolistan" bi kurmancî derxistibû.

Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike. Her tim dixwaze koç bike, her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe. Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne, ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire.

"...tê li wir çi bikî! Bi rastî, tu bi kêrî çiyê Kurdistanê tê, ji ber çi tê vegerî?" Welatê wî çiraveke mezin e, ji hemû malbata wî goristanek maye.
Di xewne/şevekê de rastî Oriana tê. Di sohbeteke dirêj a ligel heşîşê ya li ser huner, qerar dide biçe: Ji ber ku "tenê huner dikare 'xweşikiyê' zindî bihêle."
Dev ji her tiştî berdide. Li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Di deftera wî de tenê adresek heye ku bi xetên aloz û tevlihev hatiye nivîsandin:
Venus Corbacho Esteban
Rue de Paradis 9, 3-1
Santiago de Compostela
Ferhad Pîrbal bi "Santiago de Compostela" me derdixe gerekê ber bi dilê dinyayê ve, gereke ku emê li wateyên cihê yên jiyan, huner, ciwanî, hezkirin, xeyal û xweşikiyê rast werin...

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279356
Yayın Tarihi :2013-05-10
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Santiago de Compestela
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :168
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :145 X 205
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Ferhad Pirbal
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler