Şeva Dawî, romana pêşîn a helbestkar Welat Dilken derçû!

Şeva Dawî, yekem romana helbestkar Welat Dilken e. Dilken, di vê romanê de, bi riya lehengê romanê (vebêjê romanê), panoramayekê der heqê herêma Berferêt de li ber çavan datîne û em bi pêdeçûna xwendina xwe hîn dibin bê ka Neqeba Dizan, Çiyayê Hember û Çiyayê Simê Hespê xweyîtiyeke çawa li mirovên vî warî kiriye û her wiha rengê reş, ku wekî temaya bextê reş û hêmayeke giştî ya romanê hatiye danîn, ji destpêka romanê ve derdikeve pêşberî me û di rêwîtiya ku em di nava xwezaya romanê de dikin de, evîna ku bi çend rengên xwe xuya dike, bi me re hevaltiyê dike.

Zimanê romana Şeva Dawî bi peyvên şêwezarê herêma nivîskêr mişt e û ev yek jî ciyê kêfxweşiyê ye ku dê bike xwînerên ji herêmên din bikaribin bibin xwedî agahî der heqê şêwezar û Kurmanciya wê herêmê de.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786058813076
Yayın Tarihi :2011-01-01
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Şewa Dawi
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :248
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :140 X 200
Basım Yeri :Diyarbakır
Emeği Geçenler :
Yazar   : Welat Dilken
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler