"Min çîroknivîsê kurd ê mezin mamoste Mihemed Mukrî bi saya romana Segwer (Reyîn) baştir nas kir. Pir li xweşa min çû ku romana wî Segwer hate çapkirin û belavkirin. Lê hîn zû dengê acizî û nerazîbûnê di nav hinek kadro û pêşmergeyên YNKê da. Ev mafê her mirovekî ye, heke na kîjan dîktator ji medh, pesindan û şabaşan hez nake? Ku bi rastî ev cûrê reftarê yê çawîşên siyasî ye, ne yê nûser, ronakbîr, edîb û mirovên durist e. Ez qenciyeke dî jî di çapkirina Rewîn de dibînim, çimkî heyameke şoreşa me ya nû û pîroz bi bîr tîne û me teşwîq dike ji bo bikaranîna mafê pîroz ê azadiya bîr û nerînê û serbestiya raman û boçûnan."
Mam Celal
"Mihemed Mukrî yek ji pêşengên çîrok û romana kurdî ye. Zimanekî rehwan hebû. Xwedî rewşenbîriyeka fireh bû. Pir dixwend û pir dinivîsî. Xwedî helwest û mirovekî biwêr bû û li ser helwestên xwe pir diêşa lê heta roja dawiyê jî ji jiyana xwe her ma ew mirovê azad di gotin û nivîsîn û kiryarên xwe da."
Mueyed Teyib
Format | :Kitap |
Barkod | :9786059082266 |
Yayın Tarihi | :2015-05-08 |
Yayın Dili | :Kürtçe |
Orjinal Adı | :Segwer (Reyîn) |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :64 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :130 X 195 |
Yazar | : | Mihemed Mukrî |