"Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin."
Di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.
Format | :Kitap |
Barkod | :9786055279035 |
Yayın Tarihi | :2012-05-10 |
Yayın Dili | :Kürtçe |
Orjinal Adı | :Bare Şeve |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :136 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :135 X 195 |
Basım Yeri | :İstanbul |
Yazar | : | Fawaz Husen |