Kitêba nû a Gulîzer "Şevname" di nav weşanên Avesta rêza Şahmaran de derket. Ev kitêba Şahmaran jimara 21ê ye ku tenê ji berhemên edebî ên jinên kurd pêk tê. Kitêba yekem a Gulîzerê "Keziyên Jinebî" (2006), ya duyem Bûka Baranê" (2009) di eynî koleksiyonê de çap bûbûn.
Ji kitêbê
Rast e
Şev esmer e
Lê şev tu car ne rûreş e
Herkes bi qasî şevê bêkes e
Û her kesên bêkes dizanin ku
Şev ne rûreş e
Duyemîn kitêba Gulîzer Bûka Baranê di nav weşanên Avesta de di rêza Şahmaran de derket. Kitêba wê ya yekem Keziyên Jinebî jî di eynî rêzê de çap bûbû û rastî elaqeyek mezin hatibû. Di rêza Şahmaran a ku tenê ji berhemên edebî ê jinên kurd pêk tê, di 8ê Adara 2006an de 5 kitêb bi hev re çap bûbûn û bi vê kitêbê re ku dîsa 8ê Adarê çap dibe, digihîje jimara 16an. Di nav Şahmaran de ji hemû parçeyên Kurdistanê nivîskar cî digrin.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için, amaçlarla sınırlı ve gizliliğe uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Çerezleri nasıl kullandığımızı incelemek ve öğrenmek için Çerez Politikamızı inceleyebilirsiniz.