toza ku tevnepîrek vegirtiye ez bim vêga
şevê rakiribe pehniya xwe ji ser eniya min
bayekî min bibe nemaye
eniya min li rex jibîrbûnê razaye
mêşa ku ji zû ve kişiyaye tevnê
hêdî hêdî dimire di devê min de
ez ê vegerim bin wê heyva zer cardin
ez ê xweliya ku min di cêrê rabirdûyê de hilandiye
ji nû ve bang bikimê
ew ê xwe li ber lingên min daweşîne
ji hilma cinan û evnika titûnê
ez ê wê li ber lingên Xwedê raxim
ji bo nimêja xwe ya pêşîn bike li ser
ji hişê xwe yê winda re
wê gavê matmayîna melayketan
wê kîjan mar bikare bîne ziman
wê gavê ez ê ji kîjan enîşkê
dîq bikim ji mirinê re
Toplam 2 kayıt bulunmuştur
Gösterilen 1-20 /
Aktif Sayfa : 1
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için, amaçlarla sınırlı ve gizliliğe uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Çerezleri nasıl kullandığımızı incelemek ve öğrenmek için Çerez Politikamızı inceleyebilirsiniz.