Pirtûka bi nav Tûrikê Pîrê Kal ya ji berhevokên Mela Husameddîn pêk tê ji nav weşanên Nûbiharê derket. Berhema bi navê Tûrikê Pîrê Kal bi qewlekî din xurçikê Mela Husameddîn; ji gotinên manîdar, helbest, ceribandin û çîrokên gelêrî û nûhonandî pêk tê. Nivîskar, di emrê xwe yê heftê salî de tiştên ji bo xwe balkêş û girîng not girtine û dane ser hevdû. Helbestên ku di mirûra vê demê de nivîsandine komî ser kirine û ceribandin û çîrokên xwe jî dane ser û ev berhema ha derketiye holê. Berhem bi gewde, newq û bejna xwe ve biçûk, hûrik û jar e, lê ji hêla naverokê ve têr, tijî û dewlemend e.

Sond bi pêt û pêla dilê evîndar
Bi xwîna şehîdê me yê birîndar
Ev ne edl e, zilm û zor e ji bo me
Qe rojekê tu pirs nakî halê me!
.
Xwedayê min, tu çendî pak î
Pîroyê bira, bi rehma xwe şa kî
Kêmahiyên wî hene, lê nebîne
Gelek derd û bela ji bo me dîtine

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789944360906
Yayın Tarihi :2011-12-30
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Tûrikê Pîrê Kal
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :95
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :145 X 225
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Pire Kal
İlgili Eserler