"Ta", kitêbeke çîrokan a nû ji Mehmet Dicle

Kitêba nû ya çîrokan a Mehmet Dicle, "Ta" di nav weşanên Avestayê de derket.

Piştî herdu kitêbên xwe "Asûs" û "Nara", Mehmet Dicle vêga bi kitêba xwe ya sêyemîn a çîrokan bi me re ye: "Ta". Ew dîsa me vedixwîne Asûsê. Dibe "Sala Kulê", dema xelayê: "Qimil hatin, mihacir hatin, kul hat, li me bû xela. Tu nehatî. Îşev dengê guran jî ji diyaran tê. Ew jî ji pêşiya ûris reviyane. Xwezî tu jî bireviyayî. Ji zû ve ye kaxidên reş jî nayên. Dibên berfê rê girtiye loma. Zivistanên Serhedê xedar in. Esker li ser pişta hespan dibin mirovin ji qeşayê. Jinikek mihacir digot, tiliyên lingan dirizin, wek gûzên pûç diweşin."

Û "Ta", serpêhatiya Cemşîdê kor ku ji êvarê de li ber kuçikê rûniştibû û qala çîroka wê tivingê dikir: "Çar mêran jinên xwe bi vê tivingê kuştine. Jinên ne xwediyê sozên xwe." Hersê jinên kuştî bellî ne, lê ya çaran ê kî be?

Mehmet Dicle, ji mirovên piçûk û sade karakterên mezin ava dike.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279547
Yayın Tarihi :2013-10-01
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Ta
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :96
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 200
Basım Yeri :Diyarbakır
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mehmet Dicle
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler