Berhema nû ya Ciwanmerd Kulek, Strana Şev û Rojekê di nav weşanên Avesta de derket. Strana Şev û Rojekê Ciwanmerd Kulek di vê berhema xwe de me dibe destpêka gotinê û qelema xwe di rengên dî ên edebiyatê dadike. Gotin vedigere deng û bi kilam, nihurandin û dûrikan durr û mirwariyên dengên edebiyata devkî û gelêrî cardî li ber çavên me radixîne. Dema ji tûrikê zargotinê bi temayeke wê ya herî takekesî û cawîdan, ango bi evînê, li ber guhê me dipistîne, ji wê yekê jî namîne ku hem silavekê bide şêweyê ezelî ê vegotinê, ango helbestê, hem jî xatireke derengmayî jê bixwaze ku weku di destpêka edebiyatê û kêm zêde a her nivîskarî de hebûye, di qonaxa wî ya yekem a nivîskariyê de jî ciyek girtiye. Vê berhevoka ku dengên Kurdî tê de wek ava kaniyan ji bin tebeqeyên kevnar ên mêjû û wêjeya me diherikin, dê bi muzîkalîteyeke resen û rengîn kitêbxaneya me bixemilîne.
Format | :Kitap |
Barkod | :9786059082433 |
Yayın Tarihi | :2016-01-01 |
Yayın Dili | :Türkçe |
Orjinal Adı | :Strana Şev U Rojeke |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :80 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :135 X 200 |
Yazar | : | Ciwanmerd Kulek |