Herçend Siyabend û Xecê di warê işq û evînê de bête zanîn jî digel işq û evîna xwe Siyabend qehreman û lehengekî navdar e jî. Ji ber vê sebebê ye ku dema di civatan de navê Siyabend derbas dibe, biqasî işq û evînê, mêranî, camêrî, qehremanî û dijberiya zulmê û zordestiyê jî tête bîra meriv.
Wekî gelek destanên evînî Siyabend û Xecê jî jihev hez kirine, bûne aşiqê hevdu, lê bi kul û derdên xwe ji vê dinyayê bar kirine û negihîştine hev.
Heta niha gelek nivîskaran, jiyana Siyabend û Xecê nivîsandine. Nivîskarê vê kitêbê Dilbikulê Cizîrî jî ev destana navdar bi helbestkî, bi wezneke serkeftî nivîsiye û li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye...
Format | :Kitap |
Barkod | :9786055053529 |
Yayın Tarihi | :2017-04-17 |
Yayın Dili | :Türkçe |
Orjinal Adı | :Siyabend ü Xece |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :216 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :135 X 210 |
Yazar | : | Dilbikule Ciziri |