Di vê kitêbê de bi navê Qapût, Kolana Navayê û Poz sê çîrokên Gogol hene. Ji van çîrokan çîroka Qaput, hem li Rûsiyayê hem li cîhanê gelek navdar e. Dostoyewskî bi xwe jî dibêje: Em hemû ji Qapûta Gogol derketin. Dostoyewskî, hîn wexta ku nivîskarekî ciwan e wexta romana xwe ya yekemîn diqedîne, wê romana xwe dide hevalekî xwe yê rexnegêr û jê re dibeje: Hele vê romana min bixwîne, ka çawa ye? Hevalê wî di cî de dest bi xwendina romanê dike û di derengiya şevê de, romanê diqedîne. Hevalê wî ewqas vê romanê û uslûba wê diecîbîne, sabir nake û seet di çarê deste sibê de, bi bazdan diçe mala hevalekî xwe yê nivîskar û jê re dibêje: Hela zû rabe Gogolekî nû tê dinê.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055402235
Yayın Tarihi :2012-12-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Se Çirok; Qapût/Kolana Nevaye/Poz
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :168
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 215
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Nikolay Vasilyeviç Gogol
Çevirmen   : Mehmed Emin Hevidar
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler