Ev kitêb wergera kurdî ya hin gotarê min ên biingilîzî ne, ku di dawiya salên 1990an û dehsalên ewil ê vê sedsalê de di hinkitêb û kovarên akademîk de hatine weşandin. Gotar bi giştî li ser romana kurdîû wechên wê yên cuda yên wêjeyî, civakî û siyasî disekinin. Argumenta serekî ewe ku roman, di peywendên din de jî wisa ye, manîfestoya wêjeyî ya modernîteyêye. A din, qedera modernîteyê ya di peywenda ku romana kurdî jê derketiye û bipêş ve ketiye, hin taybetiyên spesifîk dide vê cureya wêjeyî. Ev gotar armancdikin ku van taybetmendiyan nîqaş bikin. Ji ber sedemêncûr be cûr ên siyasî, çandî, dîrokî, ji sedsala 20an û vir de pêşketina zimanêkurdî pirr hatiye astengkirin. Yek ji encamên siyaseta astengkirinê bûye hebûnaçendîn ortografiyên kurdî. Ev, tevî gelek meseleyên siyasî, zimanî û çandî, dinav kurdan de bûye sedema perçebûnek çandî. Bi gotineke din kurdên ji perçeyêncuda yên Kurdistanê nikarin hemû berhemên wêjeyî yên bi kurdî bidest bixin ûwan bixwînin. Wergera van gotarên ku wek cûreyek wêjeyî derheqê romana kurdî dene, cudatiyên ortografîk an zaravayî her çi bin, tevkariya têgihiştinaxwendevan û sehkirina wan a wesfê wêjeyî ya romana kurdî û daxwazên wê yêncivakî-siyasî, dikin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585778
Yayın Tarihi :2019-03-27
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Romana Kurdi ü Nasname
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :246
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Haşîm Ahmedzade
Çevirmen   : Fahriye Adsay
Grafiker   : Azad Aktürk
İlgili Eserler