Her çend di destana Promîteas a Esxîlos de lehengên ku cîh digrin kesên xweda û xwedayî bin jî drama ku tê lîstin drama mirovahiyê tîne derê. Promîteas nûnerê mirovan e û bûyerên ku di nav de diperpite jî bûyerên polîtîk in û îro jî di nav civakên hemdemî de em rastê van bûyeran tên. Lê ji bo çi Promîteas nûnerê mirovan e û drama wî ji bo çi drama mirovahiyê ye? Promîteas agir ji xwedayan diziye û daye mirovan, ji bo ku li hember pergela ku xwedayan ava kirî der ketiye jî cezayakê pir giran dikêşîne. Mîna şervanên azadîxwazên mirovan û yê civakên bin dest, li cîhê ku hatiye zincîr kirin bang li me dike, çalakiya xwe û vebizava (reaksiyon) ku çalakiya wî afirandiye tîne ziman, xwe û kesên li hember xwe rexne dike û dinirxîne.
Format | :Kitap |
Barkod | :9789944227575 |
Yayın Tarihi | :2009-01-01 |
Yayın Dili | :Türkçe |
Orjinal Adı | :Prometheuse Zincirkiri |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :90 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :135 X 210 |
Basım Yeri | :İstanbul |
Yazar | : | Esxılos |