Nan û Jiyan yek ji berhemên avangard pêşeng ê kurdî kurmancî ye. Li Kurdistana Başûr dema behsa edebiyat û rewşenbîriya kurmancî dibe, yek ji navên destpêkê ê ku bê bîra mirov Mihemed Emîn Osman e. Nan û Jiyan, berhema wî ya sereke ye û binavûdeng e. Ev berhem yekem pexşana kurmanci ye ku li başûr hatiye nivîsîn û guldesteyeke çîrokên şanoyê ne ku kartêkirina folklora kurdî li ser heye. Kitêba ku vêga çapa wê nemaye, yekem car di sala 1970yan de hatibû çapkirin û di radyoya kurdî ya Bexdayê de hatibû xwendin. Tekstên ku taybetmendiyên devoka behdînî di nav xwe de dihewînin û me eleqa zimanê wê nekiriye belkî xwendina wê ji bo xwendevanê bakur zehmet be lê belê heman demê de dê ev bibe delîveyek ji bo naskirina vê devokê û vî nivîskarê hêja.
(Arka Kapak)

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585136
Yayın Tarihi :2012-04-11
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Nan u Jiyan
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :80
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :110 X 180
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mihemed Emin Osman
İlgili Eserler