Teyrê Sîmir dê zornaxên deriyê zûbeyaniyê veke li wir. Û di zixur û tarên çiyayan de, dê biponijin evîndarên azadiyê.

Di nawîsa ezîzên çiyayî de
Teqdîskirina axaftina berfê ye Mezrecelîl.
Gotinên duayên xwe
Ji seqema wê
Hildibijêrin şervanên çiyayî
Li wir
Di nexşeyeke xemrî
Ya dûlêran
Ku çend qirn e di berîka wan de ye
Li wêneyekî digerin.
Sedema tiliyên kêm
Û piyên şewitî nepirsin
Çîrokeke grotesk e Mezrecelîl
Carinan hevalbend
Carinan neyar e
Serenada berf û çiyayan
Li dengê wê guhdarî dikin em
Û toza di çavên helbestan de
Bi bayê wê re tê.

Nepirsin
Her pirs, kuştina
Bersivê ye li wir.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786054497515
Yayın Tarihi :2000-01-01
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Mezrecelil
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :80
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :140 X 200
Basım Yeri :Diyarbakır
Emeği Geçenler :
Yazar   : Halil Dağ
İlgili Eserler