Ev in hêj Methelokên Silêman, yê ko bi destê peyayê Ezekiyas, Qralê Cuhistanê; hatine berhev kirin. Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye; lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e. Ezman bilind in, erd kûr e, û qesda dilê Qralan na yên seh kirin. Kefên zîvî jê hilîne; ji bona zîvker guldankek derdikeve. Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne; pê textê wî bi edaletê qaim dibe. Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire. Çêtir e ko ji te re bête gotin: were hilkêşe jor; û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî. Bê giranî me be dawadarê tiştekî; ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî. Bi xelkê re doz û dawa xwe bike; lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke. (Bide eqlê xwe), yê ko bihîstiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe.Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke: zîv e. Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in.
Format | :Kitap |
Barkod | :9786055279998 |
Yayın Tarihi | :2014-07-24 |
Yayın Dili | :Türkçe |
Orjinal Adı | :Metheloken Hezrete Sileman |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :72 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :135 X 195 |
Yazar | : | Kolektif |
Editör | : | Abdullah Keskin |
Çevirmen | : | Kamiran Ali Bedirxan |