Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket!
Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.
Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.
Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û "medreseyên me yên welatparêz" divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.
Format | :Kitap |
Barkod | :9786058813045 |
Yayın Tarihi | :2011-05-26 |
Yayın Dili | :Kürtçe |
Orjinal Adı | :Medrese - Ji Her Aliyi Ve Medreseyên Me |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :110 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :165 X 245 |
Basım Yeri | :İstanbul |
Yazar | : | Mela Birhane Tarini |