Avesta, yekem romana Eta Nehayî, şahesereke edebiyata kurdî pêşkêş dike: Li pey qedereke winda: Gulên Şoran. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

Las, nuxuriyê Wisû Axa, piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewşê dide.

- Ew kî ye?

- Las, kurê vê malê.

Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê caran şikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe:

- Ev zilamê xwar û zirav kî ye?

- Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279202
Yayın Tarihi :2012-10-11
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Li pey qedereke winda: Gulên Şoran; Şahesereke edebiyata kurdî
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :184
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 195
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Eta Nehayi
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler