Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn, kurd jî miletekî otokton ê vê herêmê ne. Di kultur û zimanê kurdî de ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin, nexasim di muzîka kurdî de. Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat, civakeke tradisyonel e, kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e. Ev yek jî herî zêde şopên xwe di muzîkê de nîşan dide. Di destpêka sedsala 21ê de, tevî hemû zordestî, asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê ên çaralî, eger em îro behsa kultur, ziman û edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka kurdî ye, ê dengbêj, çîrokbêj, stranbêjan... e. Ew bîreweriya sedan salan e. Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan. Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî antolojiyeke muzîka kurdî ye. Bi hezaran kilam û stran bi rêzek alfabetîk ciyê xwe tê de digrin. Tu diyalekt û devokên kurdî, tu herêmên Kurdistanê jê ne kêm in. Cewad Merwanî, bi salan wek dengbêjekî nûdem ketiye pey şopa wan kilam û stranan, ji arşîvên Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê, berhevokên folklorê her tişt li hev civandiye. Eger ev berhevok ji bo arşîv û dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe.
Format | :Kitap |
Barkod | :9786055585167 |
Yayın Tarihi | :2019-03-27 |
Yayın Dili | :Türkçe |
Orjinal Adı | :Kilam - Stranen Kurdi |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :1020 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :1.Hamur |
Boyut | :145 X 225 |
Grafiker | : | Azad Aktürk |
Yazar | : | Cewad Merwani |
Yayın Yönetmeni | : | Abdullah Keskin |