Ji demên berê hetanî îro însanan nebatên sirûştê hem xwarine pê xwedî bûne, hem jî ji bo tenduristiya xwe jê îstîfade kirine. Di nav kurdan de di heqê gîha, kulîlk, pincar û zerzewatan de agahiyên nivîskî tunene. Xalidê Hekkarî, kesê yekemîn e ku di vî warî de xebateke wisa bi fêde amade kiriye.

Belkî li bakurê Kurdistanê cara yekem be pirtûkek bi Kurmancî, bi zimanekî sivik û zelal, bi zimanekî rêk û pêk û li ser gîha, pincar, nebat, zerzewat û fêkîyan tê derxistin. Di pirtûkê de fayde û bikêrkatinên fêkî û nebatên xwezayî, kîjan fêkî yan hêşînahî ji bo çi baş û derman e hatiye nivîsandin. Xalidê Hekarî hem serê xwe pê re pir êşandiye û hem jî xizmetek mezin ji çand û zimanê Kurdî re kiriye. Pirtûk bi alîkarîya weşanxaneya Nûbihar hatiye weşandin. Li vir em spasîya kekê xwe Xalidê Hekarî û herweha spasîya xebatkarên Nûbiharê dikin ku ev berhema hêja diyarî Kurdan kirine.

Wek hûn zanin, piranîya derman û antîbîyotîkan ji fêkî, nebat û gîhayên çolê tên çêkirin. Li gora ku Xalidê Hekarî ji me re gotiye, kesên ku vê pirtûkê bikirin û bixwînin, heta bi mirinê jî xwe nêzîkî doktor û dermanan nakin.

Dîroka helbestên vê dîwanê digihêje beriya 51 salan. Şiîra yekem ya Seydayê Gurdllî, di sala 1958an e li ser vegera serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ye ku ji Rusyayê vedigere Bexdayê.

Lê rojekê dema cendirme davêjin ser male, zarokên Şeyda tiştên ku hatine nivîsandin teva davêjin tenûrê û dişewitînin. Ji wê demê tu kopya di dest de namînin. Ji ber vê sebebê, şiîra yekemîn ya vê kitêbê bi navê Gelo qe min enelheq go ye û destpêka wê jî di sala 1962an de ye

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055402167
Yayın Tarihi :2012-05-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Jı Dermanxaneya Sıruşte Zerzewaten Şifadar
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :176
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 215
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Editör   : Xalide Hekkari
İlgili Eserler