Kitêba şi'ran a nû ya Evîn Şikakî, bi navê "Hêviyên Dara Hinarê" di nav weşanên Avestayê de derket. Kitêb jimara 23yan a koleksiyona Şahmaran e ku taybet e bi berhemên edebî yên jinên kurd.

Ji şi'ra "Keça kîjan êşê me

keça kijan êşê me
ferheng jî di vegotina birînên min de lal dibin
roj bi derengî dihile
bi hêsrên xwe yê bar giran
derbasî kelîştekên birînên xwe dibim
û destûbiratiya rojê dikim
de belkî?
belkî roj
min fêrî xuşxuşa pelên payîzê li ber bayê bike
yan piste pista baranê
bi cama pencera hêviyên min
çav li riyan diqurimîn
çavên birçî
çavên bi hêsir
çavên bi xewn
çavên stêrik ji wan dirijin
çiqasî giran e barê vê sibehê
şirîn e xewna min?

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279844
Yayın Tarihi :2014-04-01
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Heviyen Dara Hinare
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :80
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :120 X 190
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Evin Şikaki
İlgili Eserler