Di her çilke baranê de her mefayek heye. Lewra ew yan şiliye ji axekê re, yan têrî ye ji gêrikê re, yan jî jîn e ji zîlekê re. Di her pirtûkekê de her karek heye. Lewra ew yan haşbûn e ji dilekî re. Wisa ye bixwînin, bixwînin û dîsa bixwînin.

Lewra bi xwendinê zanîn, bi zanînê dîtin, bi dîtinê parastin, bi parastinê wêrabûn, bi wêrabûnê jî jîna şîrîn çêdibe.

Bixwînin lê bi zimanê xwe bixwînin. Lewra gele ku bi zimanê xwe nexwîne ji çanda xwe, ji şarezatiya xwe dûr dikeve, belkî ji qurm û rîçikên xwe diqete.

Dîn û xûyên rind bila karê te be. Pirtûk û xwendin bila yarê te be, xebat û ponîjandin bila barê te be. Hevgirtin û hevhezkirin, hevalîkirin û hevpirsîn bila çek û darê te be û Xwedayê mezin alîkar û destgirê te be.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789944360234
Yayın Tarihi :2011-12-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Guldan
Baskı Sayısı :2.Baskı
Sayfa Sayısı :216
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 215
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mela Husni Hezin
İlgili Eserler