Yekem romana Selîm Berekat "Feqiyên Tariyê" bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji erebî bo kurdî ji aliye Jana Seyda ve hatiye wergerandin. Rexnegir û wergêrê ji Sûrî Subhî Hedîdî li ser romanê wiha dibêje: "Feqiyên Tariyê" romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe. Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike, ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî. Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje: ev astengek e, dema ku biqede hûnê ji bîr bikin, lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim. Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe, efsane tev li pêkenînê dibe, belge tev li ecêban dibin, rojev tev li fantaziyê dibe, hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279295
Yayın Tarihi :2013-03-25
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Feqiyen Tariye
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :286
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Selim Berekat
Grafiker   : Ahmet Naci Fırat
Dizgici   : Bawer Ronahi
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler