Di nav kesên ehîl de heqîqeteke bênîqaş e ku destpêka Edebîyata Kurdî, nexasim edebiyata kilasîk, serkanîya xwe ji ‘alim û şêx û meşayîxên Kurd werdigre. Edebîyata Kurdî bi saya keda melayên Kurd ji windabûnê xelas bûye. Melayên Kurd ji ber ku di medresê Kurdistanê de perwerde bûne bi giranî berhemên xwe bi herfên ‘Erebî nivîsîne. Lakîn piştî şoreşa li Tirkiyê di 24ê Çiriya Paşîna 1924ê miladî de ji teref damezrînerên Komara Cûmhûrîyetê ve înqilaba ḥerfan pêk hat. Di encama înqilaba ḥerfan de îmkana îstîfada ji berhemên bi ḥerfên ‘Erebî ji holê rabû. Bi armanca ku nifşên nû ji xebatên ‘alimên Kurd bê sûd nemînin, me latînîzekirina berhema Eḥmed Ḥîlmî el-Qoẋî a bi navê Rehberê Sanî Şerha Eqîda Eḥmedê Xanî ji xwe re wek mijara vê xebatê hilbijart. Em hêvîdar in ku wê ev xebat di mabeyna nifşên ‘erebînas û latînînûs de bibe pira pêywendiyê û fêde jê bê wergirtin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786058056053
Yayın Tarihi :2021-07-26
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Ehmet Hilmi El - Qoxi Ü Rehbere Sani Şerha Eqida Şex Ehmede Xani
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :248
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Cevdet Karaman
İlgili Eserler