Kurdî:

Melayê Cizîrî, yekemîn şairê Kurmanc e ku rêzikên wî yên efsûnî wekî berhem/dîwan gihîştine heta roja îro û niha li ber destê me ne. Mela, di qada helbestvaniyê de, dilnizmî û nefsbiçûkiya ku ji tekebburê tê, bê mane dibîne. Ew di meydana şairiyê de pîrê şaira ye, qumaşê ku ew di şiîra xwe de tîne bazaran, tu rewaciyê ji şiîrên şairên dî re nahêle û di bazara hunerê edebî de wan li pêşberî xwe wekî ferxikên naşî dihesibîne.

Pîrê şear e di şirê we Melê şalifiroş

Tu nîşan min mede Ferxî ku li nik min bûye ferx

Mela, bi rêzikên xwe yên ku wekî mirariyan hûnandiye, rêwîtiya me ya ber bi warên din ve bi dawî tîne û têhniya me ya bi bal îrfanê ve, bi ristikên xwe yên pirhîkmet dişikîne. Ew bi şiîrên xwe yên mûcîzane, mîna Mûsayê li hemberî sahiran şiîrên wan şairan têk dibe.

Mela, di edebiyata dinyayê de, nûnerê edebiyata kurdî ye. Ew ji edîbên ku şehsiwarên edebiyata milletê xwe ne re jî wiha meydanê dixwîne:

Di iqlîmê suxen xaqan rewanbexş û şekerrêz î

Nehin wek te di afaqan bi can ra enberamêz î

Ger luluê mensûri ji nezmê tu dixwazî

Wer şirê Melê bîn te bi Şîrazi çi hacet

Di îcazê beyanê da suxen ger bête însafê

Dizanit muxteser herkes Melê sihreîbaret kir

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789944360760
Yayın Tarihi :2010-12-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Diwan; Melaye Cıziri
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :328
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 215
Basım Yeri :İstanbul
Emeği Geçenler :
Yazar   : Selman Dilovan
İlgili Eserler