Hey guliyên êgir!
Hey destanbêjên ko wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgir
ên gunehbariyê dişûştin
û berbiskên evînê bi bîna cegerdar a çilmisîna kulîlkên bejî dixemilandin!
Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî xatirxwestinê û
goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê dikin?
Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan,
yên ji perenga bêrîkirinê, bi ser matmayîn û sergerdeniya me de
vedigirin?
Format | :Kitap |
Barkod | :9789758637331 |
Yayın Tarihi | :2002-01-01 |
Yayın Dili | :Kürtçe |
Orjinal Adı | :Diwan |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :492 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :2.Hamur |
Boyut | :215 X 135 |
Basım Yeri | :İstanbul |
Yazar | : | Ehmede Huseyni |