Kitêba Vladimir Minorsky a bi navê "Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de" ji nav weşanên Avestayê derket. Kitêb beşek e ji lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê. Beşê din jî bi navê "Pêşdîroka Selaheddîn" sala 2008an ji nav weşanên Avesta derketibû. Herdu kitêb jî ji aliyê Emîn Narozî ji ingilîzî hatine wergerandin.

Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdologên navdartirîn û serwexttirînê bi rewş û dîroka kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in. Bi vê kitêba di destê we de, ku berê beşek jê bi navê "Pêşdîroka Selaheddîn" çap bûbû, xebata wî ya li ser Kafkasya di kurdî de temam dibe. Ev kitêb wergera herdu beşên pêşî yên vê berhema hêja ye ku birêkûpêktirîn çavkaniya ser dewleta kurdên şedadî ye û bêguman çawa ku Minorsky jî diyar dike, agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka kurdan ya derûdorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike.

Şedadî yek ji wan xanedanên kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine.
Emîn Narozî, di wergera kitêbê a kurdî de, Camî'u-l-Duwela Muneccimbaşî ku Minorsky ji erebî wergerandibû ingilîzî, yekser ji teksta erebî wergerandiye û not û sererastkirinên Minorsky ên ser tekstê lê zêde kirine.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585259
Yayın Tarihi :2010-05-28
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Şedadi
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :127
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Vladimir Minorsky
Çevirmen   : Emin Narozi
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler