...Di têgeha "dengbêj" de "deng", di çarçoveya meqam, sewt û awazên dengbêjiyê de melodî, lorandin, xulxulandin û jenandin e.
Bi maneyeke din, di nava Kurdan de li ser eşq, şer û mijarên din bûyer qewimîne, li gelek deveran ev bûyer hatine bihîstin, van bûyeran bandor li ser civakê hîştine û di nava gel de "deng" dane.
..."Bêj" jî gotin û vegotin e. Bêj peyva bijarte ye. Bêj peyva kemilî û kamilî ye.
Bêj, hêz û bedewbûna hunera dengbêj e. Bêj honaka kilamê ye, vegotin û sêwirandina naveroka kilamê ye. Wêjeya kilamê bi "bêj"ê diherike û dikemile. Bêj helbest e...
Bi vê wateya dengbêjiyê ya resen, Dengbêj Reso di warê awaz û strandinê de di nav dengbêjan de bêhempa ye. Gelek kilam ji şêweyê wan yê herêmî derxistine kirasekî gelemperî li wan kiriye. Kilam di destê Reso de reqisîne, xemilîne, firiyane. Kilam bi Reso neqişîne û xweş bûne. Kilam bi awazê wî şêwe girtine, bi meqamê wî xastir bûne, bi ristina wî zelal û biserûber bûne...

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059413442
Yayın Tarihi :2018-11-20
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Antolojiya Dengbêjan 1 - Dengbêj Reso
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :336
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : İbrahim Şahin;Ömer Güneş
İlgili Eserler